Di 13ê Reşemîa 2026an de
Tîma Ahimsa di roja duyem a çalakiyên qadê de berdewam kir bi pêkanîna çalakiyên piştgirî û şahiyê, yên ku armanca wan belavkirina çanda Netundiyê û xurtkirina nirxên mirovî di navendên penaberan li bajarê Hesekê de bû.
Ev çalakî li sê navendan “Ebî Zer, Akademiya Şehîd Roken û Ehmed Hûseyin” di çarçoveya çalakiyên Projeya “Pêşengên Guhertinê” de hatin kirin.
Çalakiyan lîstikên têkildar û komî dihewandin ku bi armanca xurtkirina hesta hevkarî û rêzgirtina hevdu di nav zarokan de hatibûn amadekirin.
Herwiha diyarî û lîstik hatin belavkirin di nav hawîrdoreke ewle û piştgir de, ku alîkarî dike ku Barên derûnî kêm bibin û kêfxweşî di dilê wan de çêbibe.
Herwiha çalakiyan bal kişandin ser kûrkirina têgehên Netundiyê bi rêya xurtkirina nirxên Pejirandina yê din, bikaranîna diyalogê wek alternatîfa nakokiyê û derbirîna erênî ya hestan, ku ev yek alîkarî dike ku di zarokan de hişmendiyeke destpêkê li ser girîngiya çareserkirina nakokiyan bi rêbazên aştiyane were avakirin.
Ev çalakî berdewamiya peyama me ye ku di zaroktiyê de veberhênan bikin, ji ber ku zarok bingehê avakirina civakeke ye ku bawer dike hêz di rêzgirtinê de ye, û cihêrengî ne wateya pevçûnê ye, lê derfetek e ji bo têgihiştin û mezinbûna hevpar.






No comment