Ahêmsa rêxistineke civaka sivîl e Di sala 2023'yan de rêdan bi dest xistiye û hatiye damezirandin Navenda wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Hesekê ye.
Peyva Ahêmsayê (Ahimsa) sensekrîtî ye, ji zimanên hindî yên kevn hatiye. Mehatma Gandî hatibû nasîn ku rêgeza Ahêmsayê digire ser xwe û wê dike bingeha felsefeya xwe ya têkildarî berxwedana aştiyane. Gandî ev rêman weke alaveke siyasî ya bihêz ji bo guhertina civakî bi kar anî û vê yekê hişt ku piştre tevgerên mafên sivîl ên cîhanî vê rêyê bişopînin.


Em hewl didin ku civakeke sûrî ya hevgirtî ava bikin. Hêviya me ew e ku baweriya vê civakê bi xebata netund were, bi stratejî û alavên karê netund hatibe parastin, li hember tundiyê li ber xwe bide û şerê wê bike, ta ku bigihêje aştiya herheyî.
Rêxistina Ahêmsayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya lixwegirtina felsefeya xebata netund a weke rêbazeke jiyanî ya bingehîn, hewl dide ku destwerdana sivîl a aştiyane xurt bike û dixwaze ku rêmana netundiyê ji şermezarkirineke sakar veguherîne avakirina bernemeyine bibandor, da ku dadmendiya civakî pêk bîne. Ahêmsa girîngiyê dide belavkirina çanda netundiyê û alav û stratejiyên wê di hundirê civakê de pêş dixe.
Ahêmsa bawer dike ku netundî ne tenê xwestina maf e, belê Ahêmsa ew e ku bi rê û rêbazine aştiyane yên afrîner ên mîna guhertina erênî û herheyî maf werin bidestxistin. Rêxistin bi ciwan, saziyên sivîl û çalakîvanan re dixebite, da ku van nirxan xurt bike û civakeke dadmendtir û aştiyanetir ava bike.
Armanc û Raje
- Bernameyên perwerde û fêrkirinê yên li gor rêgeza wekheviya zayendî saz bike. Girîngiyê bide belavkirina rêmanên netundiyê û dadmendiya civakî û jîngehî yên di nava pêkhateyên civakê yên cihêreng de.
- Di stratejiyên xebatên netund de, bi rêya komxebatên perwerdekirinê, wargehên ciwanan û platformên hevkariyê yên xwecihî û navdewletî şiyanên berpirsyarên keç û xortan ava bike.
- Pêngavên xwecihî yên mîna komcivînên gotûbêjiyê, destpêşxeriyên jiyana hevbeş û hunerên derbirînê yên xwedî alavine netundiyê pêk bîne, da ku hevgirtina civakî bi hêz bike.
- Destwerdanên sivîl ên netund darêje û pêk bîne. Tê de civakên xwecihî alî rêxistinên sivîl bikin, da ku mîkanîzmayên aştiyane yên têkildarî bersivdayîna li hember şer pêş bixe.
- Rêmana "Alav weke nirx" derbasî planên kar bike. Ji bo ku vê yekê bike, rêbername û rênimayên perwerdekirinê yên ji bo bihêzkirina plansaziya netund pêş bixe.
- Lêkolînên dahûrînerî hildiberîne û diweşîne. Di van lêkolînan de, bidestxistina maf dide pêş û wekheviya zayendî û rewşa xwecihî di ber çavan re derbas dike.
- pêngavên piştgiriyê yên aştiyane bi serkêşiya keç û xortan pêk bîne. Armanca van pêngavan ew e ku rêzik û xebatên civakî yên li ser bingeha netundiyê werin pêkanîn.
- Bi hevkariya rêxistinên jîngehî yên xwecihî, destpêşxeriya netundiya jîngehî ya mîna pêngavên parastina dewlemendiyên xwezayî û bernameyên bîrewerkirina derbarê têkiliya di navbera reftarên jîngehî û dadmendiya aştiyane de ragihîne
- Çanda netundiyê û dadmendiya zayendî di nava hemû pêkhateyên civakê de xurt dike
- Serkêşên ciwan ên xwedî zayendên cihêreng xurt dike, da ku xebatên netundiyê di guhertinên civakî de bigirin ser xwe.
- Nirxên netundiyê, pirrengî û rêzgirtina hevbeş dide rûniştandin, da ku hevgirtina civakî bi hêz bike.
- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li ser bingeha netundiyê û hevbeşiya civakî, alî destwerdana sivîl a aştiyane dike
- Netundiyê weke rêbazeke plansazî û guhertinê xurt dike û teqez dike ku alav û armanc hemaheng in
- Berhemine dahûrînerî hildiberîne ku şewqê bavêjin ser bandora netundiyê ya li ser bidestxistina maf û azadiyan
- Pêngavên piştgiriyê yên netund berfireh bike, da ku dadmendiya civakî û çaksaziyên aştiyane xurt bike
- Rêmana netundiya jîngehî ya mîna rêya pêkanîna dadmendiya jîngehî û parastina dewlemendiyên xwezayî xurt dike
Beşdariyên li Xebatên Xwecihî û Navdewletî

Feminist Courage for Environmental Peace
Ahêmsa beşdarî çalakiya "Gernasiya Jinê ya ji bo Aştiya Jîngehî" bûye. Vê çalakiyê girîngî dida nerêniyên şerê çekdarî yên li ser jîngehê û rola pêşengane ya jin, keç û kêmarên zayendî ya di avakirina aştiya jîngehî de û diyar kir ku bi taybet di nava van qeyranan de bandora wan ne hevseng e û rola wan di biryardayînê de hatiye piştguhkirin.

Kongreya Brukselê ya Heştemîn
Ahêmsa di sala 2024'an de beşdarî Kongreya Brukselê ya heştemîn a derbarê Sûrî û herêmê de û hejmareke çalakiyên li rex kongreyê bûye.

CSW66 & CSW68
Ahêmsa beşdarî Bûyera Hevber a Girîmaneyî ya gera Komîteya Rewşa Jinê ya 68 û 66an (CSW68 û CSW66) bûye û bal kişandiye ser rola netundiyê ya di xurtkirina dadmendiya zayendî de.
