Di çarçoveya rewşa tengezariyê ya ku li parêzgeha Hesekê û derdora wê zêde dibe û di encama bûyera revandin û kuştina şervan Sîban Heznî de bûyer û pêşketinên ku metirsiyên zêdebûna tundiyê nîşan didin, em li Ehêmsa ya bê tundiyê fikara xwe ya kûr û şermezarkirina xwe ya li hember vê kiryarê û encamên wê yên gengaz ên xeterdar li ser jiyana sivîlan û aştiya civakî îfade dikin.
Em kuştina Sîpan Hiznî şermezar dikin û piştrast dikin ku jiyan û ewlehiya mirovan nikarin bibin mijara tolhildanê an jî hesabgirtinê.
Her kiryarek ku mirovan dike hedef divê ji rêya lêkolîn û berpirsiyariyê ve bê nirxandin, dûr ji mentiqê tolhildanê an cezayê komî.
Di heman demê de, em hişyar dikin ku berdewamkirina tengezariyê, digel belavbûna zimanê nefretê, provokasyon û hedefgirtina mirovan li ser bingeha nasname an girêdana wan, dikare rê li ber tundiyeke zêdetir û dabeşbûnê veke û nakokî û pevçûnên polîtîk û leşkerî veguhezîne pevçûnek di navbera civak û pêkhateyan de.
Parastina sivîlan bi tolhildanê pêk nayê, herwiha rûbirûbûna bi tundiyê nikare bi tundiyeke dijber were kirin.
Ji ber vê yekê, em girîngiya vegerandina mijaran bo qanûnê, lêkolîna binpêkirinan, berpirsiyar kirina kesên ku di van binpêkirinan de berpirsiyar in û misogerkirina mafê hemû sivîlan ji bo ewlehî û parastinê bê cudakirin piştrast dikin.
Em bang li hemû aliyan dikin ku xwe kontrol bikin, rawestan li hemû kiryarên ku dikarin tengezariyê zêde bikin, dûrketin ji provokasyon û zimanê nefretê û xebatkirin ji bo parastina sivîlan û rêgirtina li ber firehbûna çerxa tundî û tolhildanê.
Herwiha, em bang li civaka Sûriyê, bi hemû pêkhateyên wê re, dikin ku nekevin bin bandora gotinên ku berpirsiyariya kiryarên kes an aliyên taybet didin ser komeke tevahî û bi nirxên mirovahî yên hevpar ve girêdayî bimînin nirxên ku jiyan û rûmeta mirovan li ser hemû nakokî û girêdaniyên nasnameyî datînin.
Em li Ehêmsa piştrast dikin ku pabendbûna me bi prensîbên bê tundiyê domdar e û em hemû cûreyên mêrkutinê, revandinê, provokasyon û tolhildanê red dikin.
Em bang dikin ku sivîl bên parastin, rûmeta wan bê parastin û ji bo çareserkirina binpêkirinan û rêgirtina li ber dubarebûna wan, gotûbêj, qanûn û berpirsiyariyê wekî rêbazên bingehîn bên bikaranîn.


No comment