Hevkarên me

IWPR_logo
Paxlogo CLR 705x235 1 e1743083059953

Projeya Gavine ber bi Aştiyê ve ya bi Rêxistina IWPR'ê re

Di sala 2020î de, bi hevkariya rêxistina IWPR'ê, Projeya Gavine ber bi Aştiyê ve pêk hat. Armanca projeyê ew bû ku şiyanên 30 keç û xortên ji Hesekê werin avakirin, da ku bikarin biryaran saz bikin. Di nava vê projeyê de, rêzeçalakiyine derbarê biryara 2250'yî de û piştgirî û mîkanîzmayên wê de hatin pêkanîn û posterine bîrewerkirinê yên derbarê rola ciwanan de hatin belavkirin. Her wiha berhemine bînbar ên derbarê rola ciwanan û girîngiya biryaran de hatin derxistin.

Perwerde bi vî awayî bûn:

Çar perwerdeyên derbarê biryara 2250'yî de: Van perwerdeyan ciwan fêrî naveroka biryarê kir û giranî da beşdariya li biryardayînê, xweparastina li herêmên şer û rola bingehîn a di xebatên avakirina aştiyê de.

Çar perwerdeyên derbarê piştgirî û alîkariyê de: Armanca van perwerdeyan ew bû ku ciwan şarezayiyên sazkirina pêngavên bibandor ên piştgiriya dozên ciwanan ên têkildarî aştî û ewlekariyê de bizanin. Di nava van perwerdeyan de rêbazên plansaziya stratejîk, avakirina hevkariyan û bikaranîna alavên pêwendiyê yên cihêreng ên ji bo gihandina nameyên bibandor hebûn.

٢٠٢٠٠٤٠٦ ١٣٤٦٠٧ 1024x576
Komxebata perwerdehî ya duyemîn derbarê biryara 2250'yî de bû. Jixwe ev birayar di nava çalakiyên pêngava "Gavine ber bi Aştiyê ve" de ji hêla Encumena Ewlekariya Navdewletî ve hat dayîn.

Projeya Mesar'ê (Rêgeh) ya bi Rêxistina PAX'ê re

Di heyama 2023 û 2024'an de, projeya Mesar'ê hat pêkanîn. Armanca wê ew bû ku ciwan bêhtir rêmanên netundiyê binasin. Ji bo ku ev yek pêk were, alav û stratejiyên netundiyê ji wan re hatin zelalkirin. Komeke ciwanan bi siqî hat perwerdekirin û bi hevbeşiya bi pargîdaniya Xetewat a Şêwirmendî li ser rêmanên netundiyê hatin perwerdekirin û ev rêman di pêkanîna destpêşxerî û pêngavên meydanî (Pêngava mozayîk (1), Pêngava mozayîk (2), Pêngava wê bi dar bike (1), pêngava wê bi dar bike (2)) de hatin bikaranîn.

Projeya Piran a bi Rêxistina PAX'ê re

Di sala 2025'an de, projeya Piran tê pêkanîn. Armanca wê ew e ku rola netundiyê ya weke alaveke bingehîn a guhertina civakî ya herheyî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were bihêzkirin. Ji bo ku ev yek were kirin, rola ciwanan tê xurtkirin û rola wan a di belavkirina çanda gotûbêj û lêborînê de were bibandorkirin.
IMG 20250703 112022 969 1024x768
Çalakiyên pêşî yên pêngava Gavine ber bi Aştiyê ve ya ji hêla tîma "keskesor"ê ve dê werin destpêkirin.

Projeya Tora Xebatkarên Netundiyê ya bi rêxistina PAX'ê re û bi piştgiriya Yekîtiya Ewropî

Projeyek bi hevkariya bi Rêxistina PAX'ê re û bi piştgiriya Yekîtiya Ewropî tê pêkanîn, da ku komeke stratejîk were avakirin. Ev kom dê hêzeke yekgirtî be û xwedî şarezayiyên netundiyê be, da ku guhertinê di civakê de bike.
Proje di heyama salên 2024 û 2025'an de tê pêkanîn