Di navbera 24–28’ê Adara 2024 de
Wek beşek ji qonaxa yekem a kampanyaya “ Bidar bike” ku Rêxistina Ahimsa ya NeTundî di çarçoveya projeya Masar de bi hevkariya Rêveberiya Jîngehê û Şaredariyan pêk anî.
Kampanya li bajarê Hesekê hate meşandin û herêmên Til Hecer û Merşo armanc girt. Ev gav ji baweriya me derket ku parastina jîngehê berpirsiyariyek civakî ya hevpar e, û parastina wê beşeke bingehîn e ji belavkirina çanda NeTundî û avakirina aştiyê.
Armanca kampanyayê ew bû ku hişmendiya civakê li ser girîngiya parastina jîngehê zêde bike û li dijî hemû awayên tundiya li dijî jîngehê raweste.
Ev yek bi t xurtkirina rêbazên çandiniyê yên ku bi guherînên jîngehî yên herêmê re lihevhatî ne û bi belavkirina çanda çandina hewzê wek rêbazek domdar ji bo parastina çavkaniyên xwezayî hate kirin.
Di qonaxa yekem a kampanyayê de 30 darên Mazûya Rojhilatî di nav hewzên çandinê de li herêmên armancgirtî hatin belavkirin.
Her weha broşûr û posterên hişmendiyê jî hatin belavkirin da ku hişmendiya jîngehî zêde bibe û endamên civakê li ser bikaranîna rêbazên hevalê jîngehê werin teşwîqkirin.









No comment