Em komek in ku baweriya wê bi netundiyê tê. Baweriya me ne tenê bîroke ye, belê rêbazeke jiyana me ya rojane ye.
Em di Ahêmsa ya ji bo Netundî û Avakirin Aştiyê de bawer dikin ku guhertina rasteqîn ji kes dest pê dibe . Em komeke çalakîvanên pirreng û lêkolerên netundiyê ne. Em xwedî serpêhatî û paşxaneyine cihêreng in. Ji ber ku em pir bi hêza netundiyê ya mîna alaveke guhertina erênî bawer dikin, em bûne yek û kom bûne.
Em mil bi mil ji bo avakirina baweriyeke nû dixebitin. Ev baweriya nû xwe dispêre mirov, rûmet, dadmendî û rêzgirtinê. Em bawer dikin ku karê komî yê ku li ser hîmê bawerî, hevkarî û berpirsyariyê tê avakirin, dê bandoreke herheyî li civaka me bike.
Koma Ahêmsayê binasin – Ev kes her rojekê bandorekê dikin û di ku derê re derbas bibin, tovên netundiyê diçînin û şewq û wijdan li pey xwe dihêlin.