Di 14ê Reşemîa 2026an de
Tîma Ahimsa destpêşxeriyeke belavkirina cil û bergan ji bo zarok û malbatên di navendên penaberan (Akademiya Şehîd Roken û Navenda Ehmed Hûseyin) li bajarê Hesekê pêk anî.
Ev çalakî di çarçoveya hewldanên me yên domdar de ye ji bo xurtkirina ruhê hevgirtina civakî û belavkirina çanda Netundiyê.
Ev destpêşxerî bi piştgiriya keç û xortên civakê pêk hat ku bi dayîna cil û bergan wek bexşî beşdar bûn.
Ev peyameke mirovane ye ku nîşan dide ku di nav civakê de hevkarî û berpirsiyariya hevpar li hember kesên herî pêdivîdar heye.
Ev hevkarî baweriya me xurt dike ku Netundî tenê bi Nepejirandina tundûtûjiyê ve sînordar nîne, lê herwiha wateya piştgirîkirina yê din, alîkariyê û avakirina piranên dilovanî û hevgirtinê di nav civakê de ye.






No comment