2 1

 

Di 12ê Rêbendana 2026an de

Bi wêneyan re, roja çarem û dawî ya perwerdehiya simûlasyona rastîn ya Netundiyê ku ji aliyê Rêxistina Ahimsa ya Netundiyê ve li bajarê Qamişlo hat pêkanîn, wek beşek ji çalakiyên kampanya “Dengê Aştiyê – Ciwan li dijî Tundûtûjiyê” di çarçoveya Projeya “Pêşengên Guhertinê” de.

Roja çaryem bal kişand ser piştrastkirina ku sûd ji perwerdehiyê digihîje hemû beşdaran, û nirxandina pêşketina şarezayiyên wan bi rêya berawirdkirina hêz û qadên pêşxistinê berî û piştî perwerdehiyê, ku bandora bernameya perwerdehiyê li ser asta kesane û komî nîşan dide.

Ji mijarên bingehîn ên ku di rûniştinê de hatin kirin:

  • Rahêneriya nîşandana jêhatîbûnê, ku armanca wê nîşandana xalên guherînê yên ku beşdaran di xwe de dîtine, asta sûda ku ji rûniştinan wergirtine û nirxandina şarezayiyên ku di dema perwerdehiyê de hatine pêşkêşkirin bû.
  • Çalakiya “Nirxandin û bihêzkirin” bi rêya xebata koman, ji bo analîzkirina karta şarezayiya kesane ku ev mijar dihewand:
    guhdarîkirina çalak – peyamên “Ez” – rêvebirina rola navbeynkar – aramî û kontrolkirina deng.
  • Di dawiya rûniştinê de bingehên perwerdehiyê hatin kurtkirin, ku ev bûn:
  1. Rêzikên ewle: bingehê pratîkkirina Netundiyê.
  2. Sê rolên sereke: rêvebirina pevçûnan bi rêya Netundiyê.
  3. Amûrên pratîkî: zimanê Netundiyê.
  4. Simûlasyona rastîn: Pîvandindina cûdahiya di navbera tundûtûjî û Netundiyê de.
  5. Nirxandin û sozên kesane: belavkirina çanda Netundiyê di civakê de.
  • Çalakiya nirxandina kesane, ji bo ku her beşdar xalên hêza xwe û qadên ku Pêdivîyê pêşketinê ne di pratîkkirina Netundiyê de nas bike.
  • Amadekirina sozên kesane, ji bo girêdana perwerdehiyê bi jiyana rojane û veguherandina Netundiyê bo pratîkeke domdar.
  • Piştrastkirina ku her beşa perwerdehiyê, ji rêzikên ewle heta rolan, paşê amûran û simûlasyonê, wek kerpîçên girêdayî di avakirina çanda Netundiyê de roleke bingehîn hildigirin.
  • Piştrastkirina ku Netundî ne tenê sloganek e, lê pergaleke temam e ku li ser hişmendî, pratîk û berdewamî ava dibe.

Di encamê de, roja çarem wek rawestgeheke nirxandin û bihêzkirinê bû, û perwerde bi peyamên zelal bi dawî hat ku pabendbûna beşdaran ji bo veguhastin û sepandina çanda Netundiyê di jiyana rojane û derdora civakî ya xwe de xurt dike, li gorî armancên Projeya “Pêşengên Guhertinê”.

No comment

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

19 + 14 =