WhatsApp Image 2026 02 04 at 2 28 05 PM

Bajarê Kobanî hîn jî bandorên dorpêçê û encamên wê yên li ser jiyana sivîlan dijî. Astengiyên mirovahî û aborî yên ku rasterast bandorê li hûrgiliyên jiyana rojane dikin berdewam in.

Axaftin li ser Kobanî îro, axaftin li ser mafê mirovan e ji bo ewlehî, jiyana bi rûmet û rakirina êş û Astengiyan, dûrî tundûtûjî û gotinên nefretê.

Aşti ne tenê rawestandina şer e. Aştiya rastîn wateya van e:

  1. Dadmendî
  2. Berpirsiyarkirin
  3. Nasîna rûmeta mirov û nasnameya wî
  4. Rêzgirtina mafên jin û ciwanan
  5. Bê van bingehan, avakirina Sûriyeyeke ji bo hemû kesan ne gengaz e.

Ji ber berpirsiyariya me ya mirovahî, em balê dikişînin ser pêdiviya lezgîn a rakirina dorpêçê li ser bajarê Kobanî, ji ber ku ev yek rasterast bandorê li ser jiyana sivîlan û mafên wan ên bingehîn dike.

Em li Ahimsa bawer dikin ku diyalog, dadmendî û rêzgirtina cûdabûna mirovî bingehên gihîştina aştiyeke dadperwer û mayînde ne.

Herwiha em bawer dikin ku dawîkirina êş û Astengiyê bi redkirina tundûtûjiyê û karê hevbeş ji bo parastina rûmeta mirovan dest pê dike.

No comment

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

13 − five =