1 3

 

Di 9ê Çileya 2026an de

Rêxistina Ahimsa ya Netundiyê çalakiyeke li bajarê Qamişloyê pêk anî, wek beşek ji Projeya “Pêşengên Guhertinê” di nav rêza çalakiyên kampanya “Dengê Aştiyê – Ciwan li dijî Tundûtûjiyê” de.

Di vê çalakiyê de pirtûkçeyek ku ji aliyê tîmê ve hatiye amadekirin bi navê “Prensîb û amûrên Netundiyê di saziyên rêveberî û sivîl de” hate belavkirin.

Armanca çalakiyê 20 saziyên rêveberî û rêxistinên sivîl bûn.

Tîmê pirtûkçe belav kir û li gel wê civînên kurt ên nasandinê pêk anîn da ku naveroka wê rave bikin û amûrên wê yên sereke bi xebatkarên van saziyan re Şiroveke bikin.

Ev pirtûkçe komek prensîb û amûrên pratîkî pêşkêş dike ku alîkarî dike xebatkarên saziyên rêveberî û sivîl di van waran de:

  1. Rêvebirina nakokiyan bi awayekî avaker.
  2. Kêmkirina tengezariyê di hawîrdora kar de.
  3. Veguherandina pevçûn û nakokiyan bo derfetên fêrbûn û pêşketinê.
  4. Xurtkirina hawîrdoreke karê ewle, dadperwer û mirovane.
  5. Avakirina çanda diyalog û rêzgirtina hevdu.

Ev çalakî di çarçoveya hewldanên belavkirina çanda Netundiyê de tê, û armanc dike ku saziyên sivîl û rêveberî bi amûrên pratîkî û Netundî bêne piştgirîkirin, da ku civakên zêdetir aram û lihevhatî bên avakirin.

No comment

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

6 + twenty =