Rêwîtiya «Pêşengên Guhertinê» bi armanca berhevkirina hêz û hewildanên çalakvan û çalakvanên di warê bê tundiyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir, û xwest rola wan di rêberiya pêvajoya guhertina aştiyane û domdar de xurt bike.
Projey li ser baweriya ku ciwan û çalakvan dikarin bi rêya xebata sivîl a rêxistinkirî û avakirina tevgera sivîl a bihêz bandoreke rastîn li ser civakên xwe bikin, û dikarin di mijar û biryarên têkildarî jiyana siyasî û civakî de bandor û beşdariyê bikin, ava bûye.
Bi rêya «Pêşengên Guhertinê», Ehêmsa ya bê tundiyê hewl dide qadeke hevpar ji bo çalakvanên bê tundiyê peyda bike, parvekirina serborî û zanînê piştgirî bike, amûrên xebata aştiyane pêş bixe û şiyana destpêşxerî û bandora civakî xurt bike.
Projey tenê bi belavkirina têgehên bê tundiyê sînordar nabe belkî ji veguherandina van prensîban bo pratîk û xebata hevpar dest pê dike.
Ev yek jî dibe alîkar ku çanda gotûbêj, beşdarî û bê tundiyê were xurtkirin û rêyên nû ji bo ciwanan vebin da ku di afirandina guhertinê de beşdar bibin.
Guhertin bi gavekê dest pê dike
«Pêşengên Guhertinê» destpêka rêwîtiyekê ye ku li ser hêvî, xebata hevpar û baweriya ku avakirina siberojeke dadmendtir û aramtir tenê bi peyvan pêk nayê, lê hewceyî înîsiyatîfên hişyar, hewildanên komî û çalakvanên ku ji şiyana xwe ya afirandina bandorê bawer dikin, ava bûye.
Ji vir ve rêwîtî dest pê dike؛ gavek ber bi gaveke din ve, hêviyek ku dibe kirin û tevgera ciwan û sivîl a ku hewl dide guhertin aştiyane, domdar û li ser nirxên bê tundiyê ava bibe.


No comment