1 5

Di 11ê Rêbendana 2026 an de

Rêxistina Ahimsa roja sêyem ji perwerdehiya simûlasyona rastîn ya Netundiyê pêk anî, ku li bajarê Qamişloyê di çarçoveya çalakiyên kampanya “Dengê Aştiyê – Ciwan li dijî Tundûtûjiyê” de, di nav Projeya “Pêşengên Guhertinê” de dest pê kiribû.

Rojê sêyem bal kişand ser sepandina prensîb û stratejiyên Netundiyê di jiyana rastîn de, û xurtkirina şiyana perwerdekaran ji bo pejirandina nêrînên cuda û guhertina ramanan bi şêwazekî dostane û avaker.

Ji mijarên bingehîn ên ku di danîşînê de hatin nîqaşkirin:

  1. Dîsa nîqaşkirina temrîna karî ya roja duyem, ku tê de perwerdekaran serboriyên xwe di sepandina temrîna malê de parve kirin û rewşên ku bi wan re rû bi rû bûne û awayê çareserkirina wan hatin nîqaşkirin.
  2. Çêkirina koman ji bo parvekirina ramanan li ser diyarkirina têgeha guhdarîkirina çalak û analîzkirina hêmanên wê.
  3. Peyamên “Ez” ku balê dikişînin ser derbirîna hestan û hewcedariyan bêyî ku gunehbarî li ser aliyê din were avakirin.
  4. Ronîkirina girîngiya peyamên “Ez”, rêbaza vekirina tirsa di binê pirsgirêkan de, û girîngiya gihiştina çareseriyên hevpar.
  5. Pêşkêşkirina ravekirineke berfireh li ser guhdarîkirina çalak, di nav de têkiliya çavan, nîşanên laşî û rola wan di avakirina diyalogeke saxlem de.
  6. Ravekirina jêhatîbûna ji nû ve nivîsandina gotinan (reframing), ku armanc dike veguherandina axaftina neyînî an tawanbarî bo derbirînek zelal a hest an hewcedariyekê.
  7. Gotûbêjkirina jêhatîbûna vekirina tirs û fikaran, bi rêya derxistina tirsên veşartî yên li pişt tengasiyê û pêşkêşkirina aramkirineke rastîn.
  8. Ravekirina têgeha çareseriyên hevpar, ku li ser dîtina vebijarkan hatiye avakirin ku qezencê ji her du aliyan re peyda dikin.
  9. Temrîna qonaxên jêhatîbûnan ên zivirî ji bo sepandina jêhatîbûnên hatine fêrkirin bi awayekî pratîkî û têkildar.

Ev danîşîn derfetek dewlemend ji bo fêrbûna pratîkî pêşkêş kir, û beşdarên xwe di jêhatîbûnên ragihandina Netundî, famkirina cûdahiyan û avakirina çareseriyên hevpar ên li ser bingeha diyalogê de bihêz kir.

Di dawiyê de, roja sêyem qonaxeke pêşketî bû di rêça perwerdehiyê de, û alîkarî kir ku ciwan karibin prensîbên Netundiyê veguherînin bo pratîkên rastîn di jiyana xwe ya rojane de.

.

No comment

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

three × 1 =