Di 20 ê Reşemîa 2026an de
Tîmê Ahimsa ya Netundiyê dîwarek hunerî li ser dîwarê dibistana Şerîf Rezî li bajarê Qamişlo pêk anî, di çarçoveya Projeya Pêşengên Guhertinê û kampanya “Dengê Aştiyê – Ciwan li dijî Tundûtûjiyê” de.
Ev dîwarê hunerî peyameke dîtbarî derbarê nirxên Netundiyê û ragihandina aştiyane di navbera ciwan û keçên ciwan de digihîne.
Di wêneyê de du destên ku hev digirin ji nav dîwarekî şikestî derdikevin, wek nîşana şiyana diyalogê ji bo derbasbûna cudahî û tamîrkirina şikestinên civakî.
Li ser dîmenê kevokeke aştiyê heye ku sembola hêvî û destpêkekê ye ku li ser têgihiştin û rêzgirtina hevdu hatiye avakirin Herwiha dora wêneyê bi gotinên Netundî hatiye xemilandin ku çanda aştiyê di nav cihê giştî de xurt dikin.
Armancên dîwarê hunerî ev bûn:
- Nîşandana nirxên Netundiyê û ragihandina aştiyane di navbera ciwanan de.
- Xurtkirina hişmendiya civakî li ser çanda Netundiyê.
- Gihandina peyameke dîtbarî ya erênî di cihê giştî de ku bang dike bo diyalog û têgihiştinê.
Ev destpêşxerî beşek e ji hewldanên me yên domdar ji bo veguherandina qadên giştî bo platformên ku hêvî belav dikin û çanda aştiyê û Netundiyê piştgirî dikin.






No comment