4 1

Di 24–25ê Reşemîa 2020 an de

Tîma Ciwanan ya “Qaws Quzah” yekem çalakiyên kampanya “Gavên ber bi Aştî” dest pê kir bi piştgiriya Rêxistina “Pêl – Emwac Madanî”, bi rêya workşopek perwerdehiyê li ser biryara 2250 ya ku ji aliyê Encumena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve hatiye derxistin, li salona Rêxistina Pêl li Hesekê.

Di workşopê de 16 ciwan (kur û keç) ji kom û rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn. Ev çalakî du roj dom kir, û di nav wê de nirxandinek pêşîn (berî destpêkê) bo beşdaran hate kirin, digel çend mijarên bingehîn ên ku ev bûn:

  1. Têgihiştina têgîna ciwanan û rola wan di civakê de.
  2. Danasîna Encumena Ewlekariyê, armanc û endamtiya wê.
  3. Biryara Encumena Ewlekariyê ya hejmar 2250 û xalên wê yên bingehîn.
  4. Girîngiya vê biryarê di xurtkirina beşdarbûna ciwanan de bo avakirina aştiyê.

Ev workşop di çarçoveya hewildanên kampanya “Gavên ber bi Aştî” de tê, ku armanca wê ew e ku ciwanan were hêz kirin û nirxên aştiyê û girêdana civakî were piştgirî kirin li bajarê Hesekê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

 

لا تعليق

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

9 − five =