Çawa dikare Ramanek bibe tevger? Û çawa dikare dengên ciwanan ji herêmên cuda li ser armancekê hev bicivin?
Ev vîdyo me dibe rêwîtiyek ku em bi Torên Ehîmsa ya bê tundiyê nas bibin؛ Ji ramana destpêkê heta van înîsiyatîf û çalakiyan ku ciwanan ji herêmên cuda li hev anîn û alîkarî kirin ku nirxên bê tundiyê di civakên wan de bibin gav û pratîkên berbiçav.
Bi rêya torê, ciwanên ji paşxanên civakî û herêmên cuda li hev hatin, Serboriyên û ramanên xwe parve kirin û bi hev re li ser ramanên înîsiyatîf û çalakiyan xebitîn ku armancên wan belavkirina çanda bê tundiyê, xurtkirina beşdariya civakî û afirandina qadên ji bo gotûbêj û hevkarî bûn.
Dûrbûna herêman ne bû astengiya xebata hevpar, belkî qadeke ji bo nasîn, parvekirin û hev temamkirinê bû.
Torên Ehîmsa ya bê tundiyê… Ciwanên ji herêmên cuda, ku armancek wan li hev girê da: “Em dixwazin bê tundiyê ji fikrekê biguherînin bo kirinê.”


No comment