Di 9 ê Rêbendana 2026an de
Roja yekem ji perwerdehiya simûlasyona rastîn ya Netundiyê ku ji aliyê Rêxistina Ahimsa ya Netundiyê ve li bajarê Qamişloyê hatiye pêkanîn, wek yekem çalakiya kampanya “Dengê Aştiyê – Ciwan li dijî Tundûtûjiyê” di çarçoveya Projeya “Pêşengên Guhertinê” de hate lidarxistin.
Roja yekem bal kişand ser avakirina têgihiştineke hevpar li ser têgeha Netundiyê, û nasandina beşdaran bi rêbaza simûlasyona Netundiyê di jiyana rojane de wek amûrek pratîkî ji bo danûstandin û birêvebirina nakokî û pevçûnan bi rêbazên aştiyane.
Ji mijarên bingehîn ên ku di danîşînê de hatin nîqaşkirin:
- Nasandina têgeha Netundiyê wek rêbazek ji bo danûstandin bi nakokiyan di jiyana rojane de.
- Pêşkêşkirina têgeha simûlasyona rastîn ya Netundiyê û girîngiya wê wek amûrek perwerdehiya pratîkî.
- Avakirina nasînekê ya çalak di nav beşdaran de û xurtkirina hawîrdoreke ewle ji bo diyalogê.
- Amadekirina peymana komê bi awayekî hevpar ji bo rêxistinkirina karê di nav danîşînan de.
- Nîqaşkirina têgihiştina giştî ya Netundiyê bi rêya parvekirina nêrîn û zanîn beşdaran.
- Nasandina rolên di simûlasyona rastîn ya Netundiyê de (aliyê rasterast, navberkar, piştgir/dîtvan) û têgihiştina taybetmendiyên her rolekê.
- Kar kirin di koman de ji bo kurtkirina rolên simûlasyonê û parvekirina encaman di nav beşdaran de.
- Bikaranîna nexşeyên rewşan ji bo nîşandana rewşên rastîn ên nakokiyan.
- Pîvanîna rêbazên çareserkirina nakokiyan bi tundûtûjî û bi Netundiyê, û ronîkirina cûdahiyên pratîkî di navbera her du rêbazan de.
Ev danîşîn derfetek çalak ji bo diyalog û fêrbûna pratîkî pêşkêş kir, û beşdarên xwe hişyar kirin li ser girîngiya Netundiyê wek rêbazek ji bo guhertina erênî û avakirina aştiyê.
Di dawiyê de, danîşîna yekem bû gaveke bingehîn di rêça perwerdehiyê de, û bingehek danî ji bo avakirina kapasîteyên ciwanan di birêvebirina nakokiyan de bi rêbazên aştiyane û bandorker, ku bi armancên Projeya “Pêşengên Guhertinê” re têkildar e.






No comment