Di 12ê Reşemîa 2026an de
Rêxistina Ahimsa ya Netundiyê li bajarê Qamişlo Civîna Ciwanên Netundî pêk anî. Ev çalakî di çarçoveya Projeya “Pêşengên Guhertinê” de û wek beşek ji rêza çalakiyên kampanya “Dengê Aştiyê – Ciwan li dijî Tundûtûjiyê” hate organîzekirin.
Armanca wê ew bû ku çanda Netundiyê were xurtkirin û ji têgehek teorîk veguherîne pratîkeke rojane di jiyana kes û civakê de.
Civîn komek çalakiyên têkildar di nav xwe de girt, ku balê dikişandin ser pêşxistina hişmendiya takekesî û komî li ser têgeh û amûrên Netundiyê.
Civîn bi beşa nasname û şikandina qeşayê dest pê kir, paşê jî peymaneke hevpar hate amadekirin da ku diyalog di hawîrdoreke li ser bingeha rêzgirtina hevdu de were rêvebirin.
Ji mijarên bingehîn ên ku hatin gotûbêjkirin:
- Çalakiya “Nexşeya Netundiyê” ji bo xurtkirina hişmendiya xwe û dîtina alternatîfên aştiyane ji bo rewşên tundûtûjî yên berê.
- Analîzkirina diyardeya tundûtûjiyê û axaftinên nefretê ji bo têgihiştina sedemên belavbûna wan û bandora wan li ser aştiya civakî.
- Analîzkirina rewşên rastîn di nav çar hawîrdoran de (malbat – kar – heval – civak) da ku beşdar bikaribin amûrên Netundiyê di rewşên rastîn de bi kar bînin.
- Ronîkirina şiyana veguherandina Netundiyê bo reftarek rojane, bi armanca Vekolîna astengên rastîn û teşwîqkirina pabendbûnê bi pratîka rojane ya Netundiyê.
- Çalakiya “Nameyek ji bo xwe ya siberojê” ji bo xurtkirina pabendbûna kesane bi nirxên Netundiyê û pêşxistina hîzbûna hundirîn.
- Xwendin û Vekolîna Rêbernameya Netundiyê ji bo kûrkirina têgihiştina teorîk ya prensîbên Netundiyê û girêdana wan bi pratîka rojane.
- Çalakiya “ çember spasdariyê” ji bo xurtkirina hestên erênî û piştgirîkirina reftara aştiyane.
Ev çalakî beşek e ji hewldanên me yên domdar ji bo belavkirina çanda Netundiyê, xurtkirina amûrên pratîkî yên wê û hêzkirina ciwanan da ku roleke çalak di rûbirûbûna bi axaftinên nefretê û avakirina civakeke aştiyane û lihevhatî de bilîzin.






No comment