5’ê Pûşperê 2026
Bi boneya Roja Cîhanê ya Jîngehê em dîsa girîngiya parastina jîngeha me û çavkaniyên xwezayî tîne bîra xelkê، bi taybetî di demsala dirûnê de ku derfeta derketina agir zêde dibe، û ew dikare bibe sedema windakirina zeviyên çandiniyê û berhemên wan.
Ji berpirsiyariya me ya civakî destpêkirî، em berdewam dikin di belavkirina hişmendiyê de li ser girîngiya parastina jîngehê، wek beşeke bingehîn ji çanda NeTundî ya ku em pê bawer in، çandek ku li ser parastina mirov û derdora wî ava bûye.
Parastina zeviyên çandiniyê، berhemên çandiniyê û çavkaniyên xwezayî berpirsiyariyek hevpar e ku hewceyê hevkariyê، hişmendiyê û pabendbûna bi tevgerên parastinê ye؛ ew tevgerên ku metirsiya agir kêm dikin، jiyanê diparêzin û domdariyê xurt dikin.
Bi vê peyama hişmendiyê، em bang li hemû kesan dikin ku beşdarî parastina jîngehê bibin û di demsala dirûnê de bi rêbazên ewle tevbigerin، da ku çavkaniyên xwezayî û jêderên jiyana civakên herêmî bên parastin.


No comment