Di 27 ê Çileya 2024 an de
Rêxistina Ahimsa danîşînek gotûbêjê li ser “Çanda Erebî û Kurdî” pêk anî, ku bi hevkariya Baxçeya Xwendevanan û Yekîtiya Rewşenbîran hat organîzekirin. Ev danîşîn beşek bû ji rêza çalakiyên destpêşxerîya “Mozayîk”, ku armanca wê nasandina çandên heyî yên herêmê û rastkirina baweriyên şaş di nav ciwanên bajarê Hesekê de ye, di çarçoveya Projeya “Masar” de.
Di vê danîşînê de axaftvanên pispor beşdar bûn û aliyên cuda yên çandên Erebî û Kurdî lêkolîn kirin.
Armanca danîşînê ew bû ku têgihiştina hevdu di navbera pêkhateyên çandî de were xurtkirin, kokên dîrokî û civakî yên her du çandan bêne nasîn, û hin bawerîyên şaş ên belavbûyî bên rastkirin.
Danîşîn li ser van mijarên bingehîn rawestiya:
- Nasandina bingehên her du çandên Erebî û Kurdî.
- Destpêka ziman, edebiyat û pêşketina wan.
- Helbest wek beşek bingehîn ji nasnameya çandî.
- Rêç û kokên dîrokî yên her pêkhateyê.
- kevneşopiyên ku di her du civakan de tên pêkanîn.
- Xwarinên kevneşopî û cil û bergên kevneşopî.
- Govend û dîlanên gelêrî û girîngiya wan a çandî.
- Çîrok û efsaneyên ji dîroka çandî, wek: “Mem û Zîn – Hezar û Yek Şev – Siyabend û Xecê – Keça Mîr û Feqîr.”
- Pêşgotin û gotinên gelêrî yên ku di her pêkhateyê de tên bikaranîn.
Danîşîn bi hawîrdoreke têkildar û çalak derbas bû, ku derfet da beşdaran ku nêrînên xwe parve bikin, pirsan bikin û beşdarî Gotûbêjan bibin.
Ev yek alîkarî kir ku diyalogeke avaker were xurtkirin, têgihiştineke kûrtir ji cihêrengiya çandî were bidestxistin û pirek ji rêzgirtin û têgihiştinê di navbera her du çandan de were avakirin.






No comment