Di çalakiya “Wêne min guherand” de, ku yek ji çalakiyên kampanyaya “Wêne Dibêje” ye û di çarçoveya projeya “Seda” de hate lidarxistin, beşdaran dîmenên ji derdora xwe tomar kirin ku tê de cûrbecûr şêweyên tundiyê dîtin.
Piştî wê jî parve kirin ka ev dîmen çawa nêrîna wan guherand û alîkarî kir ku bizanin tundî tenê bi lêdan an qîrînê nayê sînordarkirin.
Di vê posterê de, yek ji beşdaran Rewşa ya li ser tundiya jîngehî bi wêneyek ku bi xwe kişandiye parve dike.
Herwiha tomarek dengî jî heye ku dikare bi QR kûde ya li ser posterê were guhdarkirin.
Gotina beşdarî:
“Tundî tenê lêdan an qîrîn nîne.
Dema ku min ev wêne kişand, tenê wêneyek asayî nebû Ew dîmenek bi êş bû ku min têgihişt ku tundî tenê lêdan an qîrîn nîne؛ ew dikare Neguhdariya be ku jîngehê dixe bin metirsiyê û bêdengiyek be ku bandorê li ser tenduristî û jiyanê dike.
Niha ez dibînim… ez têdigihim… û ez hest dikim.
QR kûde ya li ser posterê sken bikin an jî li ser girêdanê bitikînin da ku ezmûnê bi dengê xwediyê wê bibihîzin.


No comment