موقع 2

Di nav şert û mercên dijwar de… em bang li mirovahiyê dikin

Banga alîkariya lezgîn

Daxuyaniya helwesta çalakvanên ciwan ên Netundî yên Ahimsa di Rêxistina Ahimsa de li ser bûyerên 19ê Çileya 2026an

Di nav Tûjbûna leşkerî yên giran û berdewam de ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên dîtin, bi bombebaran û armancgirtina rasterast ya navçeyên niştecih û sivîlan re, em wek çalakvanên Ahimsa vê bangdana mirovanî ya lezgîn bilind dikin.

Em hişyarî didin ku ya ku îro diqewime êdî tenê pevçûneke leşkerî nîne, Lê belê, ew gihîştiye asta şerekî tunekirina birêkûpêk, ku li dijî niştecihên sivîl tê meşandin, bi taybetî ji bo kêmneteweyan, di nav bêdengiya civaka navneteweyî û zêdebûna tundûtûjiyê de ku tu nirxa mirovanî nayê hesibandin.

Berdewamiya vê tundûtûjiyê, armancgirtina deverên niştecihan û metirsî li ser hebûna ewledar a civakên herêmî, binpêkirineke eşkere ya yasaya mirovanî ya navneteweyî ye û jiyana zarokan, jinan û kal û pîran dixe nav Dorhêla xetera rasterast, ku sivîl careke din dibin qurbanên pevçûnek ku bi wan re têkildar nîne.

Em di Ahimsa de piştrast dikin ku armancgirtin, tirsandin an jî bikaranîna hebûna kêmneteweyan wek amûrek leşkerî, ne tenê qebûl nabe, Ev kiryar sûcekî giran ê exlaqî û mirovahiyê ye ku bi tu bahaneyê nayê rewakirin, û rêbaza derxistin û tunekirinê ya nayê pejirandin nîşan dide.

Em bawer in ku rêya leşkerî tenê bêtir xwînrijandinê, qûrtirbûna cudahiyan û belavbûna nefretê di nav civakê de tîne.

Ji ber girêdana me bi prensîbên Netundî, em daxwaz dikin:

  • Rawestandina bilez û giştî ya hemû cûreyên tundûtûjî û zêdekirina operasyonên leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
  • Parastina sivîlan û navçeyên niştecihan, û misoger kirina ewlehiya wan û gihîştina alîkariya mirovanî bê asteng.
  • Misogerkirina mafê kêmneteweyan ji bo jiyan, ewlehî û rûmet, û redkirina her bernameya derxistinê, tunekirinê an guhertina demografîk.

Herwiha em bangek eşkere ji welatên Ewropayê re dikin ku berpirsiyariyên xwe yên exlaqî û yasayî bi cih bînin û bi awayekî lezgîn û bandor ji bo:

  • Rê li ber berdewamiya tundûtûjiyê bigirin û kiryarên li dijî sivîlan rawestînin.
  • Li hemû aliyan zexta cidî bikin da ku zêdebûna pevçûnê raweste û sivîl bên parastin.
  • Piştgiriya mekanîzmayên berpirsiyarî û dadweriyê bikin û nehêlin ku kes ji cezayê bireve.

Bêdengiya civaka navneteweyî, bi taybetî ya welatên Ewropayê, li hember van bûyeran ne bêalîtî ye, belkî dibe sedema qûrtirbûna trajediyê û rê li ber bêtir sûcên li dijî sivîlên bêguneh vedike.

Herwiha em bang li hemû Sûriyîyan dikin ku bêyî cudahiya nasname û pêkhateyan, gotarên nefret û tahrîkê red bikin û mirovahiyê wek rêya yekane ya li hember tundûtûjiyê hilbijêrin, Ji ber ku Sûriye bi tunekirinê nayê avakirin û bi çekan nayê parastin, lê bi Netundî, dadmendî û naskirina mafên hemû kesan.

Em di Ahimsa de careke din girêdana xwe bi parastina mafê sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo jiyan û ewlehiyê nû dikin û piştrast dikin ku parastina zarokan û dûr girtina sivîlan ji pevçûnan berpirsiyariyek mirovanî ye ku nayê paşxistin û nayê kirrûbirr kirin.

No comment

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

thirteen − 2 =