Di 12ê Tebaxê 2026an de
Di Rojê Navneteweyî yê Ciwanan de… em hev dicivin da ku qadeke ji bo gotûbêj, derbirîn û hevkarî ava bikin.
Bi boneya Rojê Navneteweyî yê Ciwanan, rêxistina Ehêmsa ya bê tundiyê bi hevkariya gelek rêxistinan çalakiyeke ciwanan bi navê “Konferansa Dengê Ciwanan – Enerjiya Siberojê” li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo pêk anî.
Ev çalakî qadeke hevpar bû ku ciwan li hev diciviyan, raman û serboriyên xwe parve dikirin.
Beşên çalakiyê ji muzîkê, çîrokên serkeftinê, serboriyên îlhamdar û karên destan pêk dihatin, li gel gotûbêj û hevpeyvînên di navbera beşdaran de, da ku qadeke ji bo nasîn, derbirîn û parvekirina serboriyan bê afirandin.
Em li Ehêmsa bawer dikin ku ciwan tenê parçeyek ji civakê nînin, belkî hêzek in ku dikare destpêşxerî bike û guhertinê biafirîne.
Afirandina qadên ewle ji bo civîn, gotûbêj û hevkarî jî dibe sedema avakirina civakeke aramtir û pejirandina cudahiyê.
Bi hev re qadên ji bo ciwanan vedikin… û pirên gotûbêj û aştiyê ava dikin.







No comment