3

Di 8ê Îlonê 2026an de

Rêxistina Ehêmsa ya bê tundiyê civîneke diyalogê li ser «Nirxa Evînê» ya di pirtûka «Ferhenga Bê Tundiyê» de di çarçoveya civînên xurtkirina şiyana beşdaran ji bo danûstandina zanînê û nivîsandina lêkolînan di bin çarçoveya Projeya «Torên Ehêmsa ya Bê Tundiyê» de lidar xist.

Civîn bi armanca gotûbêjkirin û analîzkirina têgeha evînê ji perspektîfa bê tundiyê û kûrkirina li ser aliyên wê û têkiliya wê bi tundî û bê tundiyê re hat lidarxistin.

Ev yek dê alîkariya beşdaran bike ku şiyana xwe di pêşkêşkirina têgeh û mijarên têkildarî vê nirxê di lêkolînên xwe de pêş bixin.

Civîn li ser çend mijarên bingehîn rawestiya:

  1. Gotûbêjkirina têgeha evînê, pirrengiya wate û çarçoveyên wê û cudakirina di navbera şêweyên cuda yên evînê de.
  2. Gotûbêjkirina têkiliya di navbera evîn û tundiyê de û ka çawa hin şêweyên evînê dikarin bibin hinceta tundiyê.
  3. Lêkolîna têkiliya di navbera evîn û bê tundiyê de û dîtina redkirina tundiyê wek şertêkî bingehîn ji bo evînê.
  4. Gotûbêjkirina rola evînê di rûbirûbûna bi neheqî û nakokiyan re û girîngiya rawestan li kêleka kesên zirar dîtî û li hember neheqiyê bi rêbazên bê tundiyê têkoşîn kirin.
  5. Girêdana têgeha evînê bi prensîbên bê tundiyê û rola xebata bê tundiyê di kêmkirina tundiyê û vekirina rêya guhertina aştiyane de.

Civîn cihêk ji bo hevpeyvîn û ramana hevpar li ser têgeha evînê û têkiliya wê bi bê tundiyê re pêk anî.

Herwiha alîkar bû ku têgihiştina beşdaran ya vê têgehê kûrtir bibe û şiyana wan a analîzkirin û pêşkêşkirina wê di çarçoveyeke lêkolînî de pêş bikeve.

Civîn bi komek raman û derçûnên ku dikarin bibin bingehek ji bo amadekirina lêkolînan li ser nirxa evînê ji perspektîfa bê tundiyê hate bidawîkirin.

Lêkolînên ku dê li ser vê bingehê bên amadekirin dikarin têkiliya evînê bi rûbirûbûna bi tundî û neheqiyê re û xurtkirina guhertina aştiyane vekolin.

No comment

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

one − 1 =