Di 30ê Tîrmehê 2026an de
Rêxistina Ehêmsa ya bê tundiyê civîna duyemîn a diyalogê di çarçoveya projeya “Torên Ehêmsa ya bê tundiyê” de pêk anî, bi beşdariya komek ji derçûyên projeyên Ehêmsa ji herêmên cuda.
Armanca civînê ew bû ku derçûyên Ehêmsa ji nû ve bi hev re girê bide, projeyê bide nasîn û qadeke li ser bawerî û hevkarî ava bike؛ herwiha berjewendî, motîvasyon û qadên ku beşdar dixwazin tê de beşdar bibin were nasîn.
Civînê li ser çend mijarên bingehîn rawesta:
- Nasîn û ji nû ve ava kirina têkiliyên di navbera derçûyên projeyên berê yên Ehêmsa de.
- Pêşkêşkirina rêwîtiya Ehêmsa, destkeftî û qonaxên girîng ên ku Ehêmsa re derbas bûne.
- Nasandina projeyê, armancên wê û rola torê di xurtkirina beşdariya ciwanan de.
- Danasîna cudahiya di navbera beşdarbûna di projeyekê de û endambûna torêke domdar de ku li ser hevkarî û xebata hevpar ava bûye.
- Nîşandana wan mijarên civakî yên girîng ku beşdar dibînin divê bala li ser wan bê dayîn û li ser wan bê xebitîn.
- Nasîna jêhatî û Serboriyên beşdaran û awayên bikaranîna wan ji bo xizmeta civakê.
- Gotûbêjkirina qadên ku beşdar dikarin bi rêya wan ve guhertinê bînin.
- Nasîna berjewendî û hêviyên her beşdarekê û diyarkirina hucre an komên xebatê yên ku dixwaze di nav torê de tevlî wan bibe.
Civînê qadeke ji bo nasîn, gotûbêj û parvekirina Serboriyan di navbera beşdaran de peyda kir û beşdarî kir ku hesta endambûnê xurt bibe û bingehek hevpar were avakirin ji bo destpêkirina torêke ciwanan a ku têkildartir û jêhatîtir e û dikare înîsiyatîfên civakî bi rê ve bibe.
Civîn bi tekezîkirina girîngiya xebata hevpar, sûdwergirtina ji ezmûnên derçûyên Ehêmsa û avakirina toreke çalak ku li ser nirxên bê tundî û hevkarî ava bûye û beşdarî dike di afirandina bandoreke domdar di civakê de, bi dawî hat.








No comment